Havîna sala 1965an li Rewandiz û derdora wê şer û pevçûnên di navbera şoreş û hêzên hikûmetê de bo heyama çend mehan berdewam kir. Rêjîma Îraqê berdewam êrîş û peyamarên xwe bo ser Pêşmerge zêde kiribûn da ku metirsiyên li ser Rewandiz û çiyayê Korêk û rêyên giştî kêm bike, hewl dida dest bi ser çiyayê Zozik û Henderên û geliyê Akoyan û geliyê Alanê de bigire û desthilata xwe li ser tevahiya deşta Diyana bisepîne. Ji aliyê şoreşê ve jî hewla wê yekê hebû ku cihên stratejîk ên wekî çiyayên bilind di destê Pêşmerge de bin, wekî di îşaretekê de hatiye, serkirdatiya şoreşê plana wê yekê hebû ku dest bi ser çiyayê Korêk de bigire, Mistefa Barzanî rêberê şoreşê bo wê mebestê serdana çiyayê Henderên û geliyê Akoyan kir, çav bi berpirsiyarên Pêşmergeyên hêza Balekayetî ket û derbarê êrîşa çiyayê Korêk gotûbêj ligel wan kir, her yek ji Faxir Mêrgesorî û Mela Emîn soz danê ku bi wî erkî rabin.

Amadekarî û plana êrîşê

Yekem: Topbarankirina hemû serbazgehên artêşê li Xelîfan û Miltokrî ya Rewandizê û hamiya Kawlokan û Diyana di yek demê de, bo her serbazgehekê topeke hawenê ya pîvana 120mm û 200 gulletop hatin terxankirin.

Duyem: Encamdana êrîşeke giştgir bo ser çiyayê Korêk bi mebesta destdanîna ser çiyayê û Geliyê Elî Beg û dorpêçkirina Rewandizê, erka vê êrîşê bi batalyona Akoyan hat spartin bi fermandeyiya Mela Emîn û Hemeziyad û batalyoneke Partiya Komunîst bi fermandeyiya Mlazim Riyaz Bedirxan, berpirsiyariya giştî ya şer bi Faxir Mihemed Mêrgesorî hat spartin.

Sêyem: Êrîşa ser serbazgeha Miltokrî bi batalyoneke hêza Balek hat spartin bi fermandeyiya Ezet Silêman Beg Dergeleyî û Mam Sidîq.

Çarem: Erka êrîşa ser serbazgeha Xelîfan bi batalyona Bêtwatê hat spartin bi fermandeyiya Halî Dolemerî û Tancoyê Yûnis.

Pêncem: Êrîşa ser serbazgeha Diyana bi du batalyonên hêza Balek hat spartin bi fermandeyiya Hacî Bêroxî û Hadî Heskoyî.

Şeşem: Fermandeyê giştî yê bereya şer Ebdullah Axa Pşderî bû, fermandeyê hêza Balek û alîkarê wî jî Kemal Ne'man Sabît bû, serperiştiya giştî ya topxaneyê Neqîb Bekir û Mlazim Xidir û Umer Axayê Dolemerî û Xidir Debax û Newzad Xoşnaw û Xalid Şemsedîn bûn.  

Demjimêr 5:30ê êvara 6ê Tebaxa 1965an topbarana topxaneya şoreşê bo ser serbazgeh û rebayên Artêşa Iraqê dest pê kir, Mesûd Barzanî di pirtûka Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd de dibêje em li çiyayê Rebenokê bûn, çavên me li molgehên serbazî bûn ku gulletop ji topxaneya şoreşê li ser wan dibariyan, peşêviyeke mezin ket nav serbazgehan û tûşî tirs û dilkute bûn, her du serbazgehên Xelîfan û Miltokrî ya Rewandizê bi temamî wêran bûn û agir bi wan ket, serbazgeha hamiya Kawlokan ziyaneke zêde negihîştê çimkî cihê wê gelek qayîm bû, herwiha agir bi serbazgeha Diyana ket û beşeke zêde ya damezraweyên wê wêran bûn.

Di îşaretekê din de hatiye topxaneya şoreşê karî armancên xwe bi cureyekê bipêke ku rased û rebayên Artêşa Iraqê têk bişkîne û topbarana wan rawestîne, du rebayên artêşê li çiyayê Korêk wêran bûn, lê ya sêyem ji ber hebûna kepkeke çiyê di nav rebayê de topbaranê ewqas bandor li ser nekir. Demjimêr 9ê heman şevê êrîşa giştî dest pê kir, her di demjimêra yekem a êrîşê de du rebaye li çiyayê Korêk hatin girtin, lê rebaya sêyem ku rebaya kepka qelew jê re dibêjin ji ber zehmetiya cihê û bergiriya bihêz a serbazan bi fermandeyiya Mlazim Qehtan nehat girtin, herçend bo heyama hefteyekê dorpêç li ser hat danîn lê di bergirtinê de berdewam bûn, her ev bû sedema wê yekê ku Pêşmerge nikaribe dest bi ser Geliyê Elî Beg de bigire, herçend Artêşa Iraqê ziyaneke zêde jî dît ku laşê 40 kuştiyên wan li meydana şer de man.

Li bereya Miltokrî serbazan cihê xwe vala kirin û Pêşmerge dest bi ser de girt, li Diyana jî çend cih hatin girtin, lê ligel çekdarên kirêgirtî (caş) ketin şer û Pêşmergeyek Şehîd bû û yek jî birîndar bû, heta berbangê şer di navbera wan de berdewam bû lê gava ronahî ket Pêşmerge paşve vekişiyan. Hikûmet bi temamî hêz û çekên giran û sivik û firokeyên şer û çekdarên kirêgirtî (caş) ketin berperçdanê êrîşa Pêşmerge.

Di encama topbarana artêşê li bereya Korêk de ziyaneke zêde gihîşt Pêşmerge, gava di bêhnvedanê de bûn rêzek gulletop di nav wan de ketin xwarê û li ser wan teqiyan, bû sedema Şehîdbûna 27 Pêşmergeyan, ev bû sedema daxistina moralê wan û xawbûna êrîşa ser Korêk, hêzên hikûmetê ziyaneke zêde dîtin lê li hember de ziyanên Pêşmerge jî ne kêm bûn, herçend armanca êrîşê nehat pêkanîn û guhertinên berçav bi ser nexşeya serbazî de nehat, lê ceribandineke serbazî ya giring bû. Li ser vê bingehê Barzanî rêberê şoreşê ferman kir ku dakokiyê li xetên bergirtinê bikin û wan bihêztir bikin, herwiha hişyarî û agehdariya xwe ji dest nedin û bersiva her tevgerên dijmin bidin. 

Kardarên hikûmetê li hember wê êrîşê                

Hikûmetê gelek bi tundî gundê Akoyan topbaran kir ku di encamê de kuştar û ziyaneke zêde jê ket. Di wê heyamê de malbata Barzanî rêberê şoreşê li havîngeha Kodo rûdiniştin nêzîkî Hacî Omeran, ku navçe di wê demsala havînê de eşîrên koçer ên zêde lê hebûn, diyar e dezgehên îstîxbaratî yên hikûmetê jî ji vê agehdar bûn lewra bi çar firokeyên şer ên Hoker Henter ketin bombebarankirina cihê, lê nekarîn nîşanên xwe bi temamî bipêkin, bombeyên wan di nav komek ji koçeran de ketin xwarê, di encamê de 4 kesan Şehîd bûn ku du ji wan zarok bûn û 14ên din jî birîndar bûn.

Çavkanî:

1- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

2- Zerar Silêman Beg Dergeleyî, Bîranînên min di salên 1943-1977an de.

3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, berga sêyem, beşa yekem, çapa yekem, Hewlêr, 2004.

4- Mlazim Xidir Ebdullah Debax, Bîranîn û topxaneya Şoreşa Eylûla Mezin – Kurdistana Îraqê, çapa sêyem, Çapxaneya Roşenbîrî – Hewlêr, 2020.

5- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de ... Hecî Bêroxî, berga yekem, çapa duyem, Tirkiye - 2020.