Piştî îmzekirina Peymana Cezayîrê di 6ê Adara 1975an de di navbera Îraq û Îranê de, ya ku wekî planeke navneteweyî li dijî tevgera rizgarîxwaza Kurd hatibû cîbicîkirin û çarenivîsa Kurd li Başûrê Kurdistanê rastî bêhêvîbûn û rewşeke mirovî ya dijwar hatibû, hikûmeta Beis wisa difikirî ku karîbû tevgera Kurdî bi temamî ji holê rake û ne mumkin e careke din rabe, lê di rastiyê de ev neqewimî, di Gulana 1976an de şoreşa çekdarî ji nû ve dest pê kir û hêvî û bawerî vegeriya gelê Kurdistanê, û ev gav wekî xalekî werçerxana nû di dîroka Kurdî ya hevdem de tê dîtin [1].
Piştî wê heyamê Hêzên Pêşmerge ji aliyê serkirdayetiya şoreşê ve bo kûrahiya Başûrê Kurdistanê hatin şandin, paşê pêwendî bi kadro û Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê re hat kirin yên ku li Kurdistanê mabûn û neçûbûn Îran an Tirkiyeyê, ji bo rêkxistina refên xwe û ji nû ve çalakirina qonaxeke din a şoreşê û destpêkirina bi çalakiyên şer û şerê çeteyî, û ji bilî wê gihandina peyama rabûna şoreşê ji nû ve û berevanîkirina li mafên gelê Kurdistanê bo serkirdeyên rejîma Beis [2].
Yek ji wan çalakiyên ku Hêzên Pêşmerge pê rabûn û karîn ziyanên mezin bigihînin dezgehên hikûmeta Beis, çalakiyeke şerê çeteyî bû li navçeya Qesrokê ya ser bi qezaya Şêxan ve li parêzgeha Dihokê di sala 1978an de, piştî ku hêzeke Pêşmerge karî bigihîje yek ji baregehên şervanên rejîma Beis û bi awayekî nişkave êrîşî baregehê kirin û karîn di heyameke kurt de ziyanên canî û madî yên mezin di nav kuştî û birîndaran de bigihînin wan, û di vê operasyonê de yek ji Pêşmergeyan bi navê Hemîd Hefîzullah şehîd bû, ku kadroyekî pêşketî bû di Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, û piştî veguhastina termê wî, li gundê Bêlanê yê ser bi nahiyeya Merîba ve hat veşartin [3].
Hêjayî gotinê ye ku hemû ev çalakiyên ku Hêzên Pêşmerge pê rabûn, wekî peyameke tirsê bû bo serkirdeyên rejîma Beis ku şoreş heta eger rastî şikestekê jî bê ji ber zilm û planên navneteweyî, lê ew ê bi awayekî din vegere qada têkoşînê, û xewnên wan kesên ku hêviya jinavbirina wê dikirin, binax bike.
Çavkanî:- Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarem, 1975-1990 Şorşî Gulan, beşî dûwem, çapî yekem, çapxaney Roksana, 2021.
- Cemal Fethullah Teyb: Bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd le Başûrî Kurdistan 1976-1980, çapî yekem, çapxaney Şehab, Hewlêr-2012.
- Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek le xizmet Barzanîda, bergî dûwem, çapî dûwem, Tirkiya- 2021.
[1] Cemal Fethullah Teyb: Bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd le Başûrî Kurdistan 1976-1980, çapî yekem, çapxaney Şehab, Hewlêr-2012, l11.
[2] Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek le xizmet Barzanîda, bergî dûwem, çapî dûwem, Tirkiya- 2021, l46
[3] Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarem, 1975-1990 Şorşî Gulan, beşî dûwem, çapî yekem, çapxaney Roksana, 2021, l53.


