Serkirdatiya Şoreşa Eylûlê pê wisa bû ku pêwîst e hêza pêşmerge ji dûxa berevaniyê biçe qonaxa êrîş û girtina wan navçeyan ku Artêşa Iraqê bi piştgiriya hêza asmanî û tank û top û zirêpoş û çekdarên Mekteba Siyasî ya kevn dest bi ser da girtibûn, her wisa di dawiya sala 1968ê û bi dirêjahiya sala 1969ê helmeteka serbazî ya çir û pir bo ser zorbeya navçeyên Kurdistanê dest pê kir, di payîza 1969ê da hêza pêşmerge komelaka helmetan bo ser çend navçeyên Silêmanî û Germiyanê encam da û serkeftina tê da bi dest xist, desthilata hikûmetê û hêzên Mekteba Siyasî ya kevn jê derxistin û cihên vegeriyan bin desthilata şoreşê, wek navçeyên Merge û Sûrdaş û Qeredax û Germiyan.
Plana vê cara serkirdatiya şoreşê azadkirina Pîremegrûn û derdora wê bû, vê helmeta pêşmerge bi hêza Rizgarî û beşek ji hêza Helgurd û beşeka zêde ya pêşmergeyên hêza Qeredax û betalyona Şiwan hat spartin, berpirsiyariya helmetê jî xistin ser şanê fermandeyê pêşmerge Reşîd Sindî, lê fermandariya êrîşa meydanî bi Hemîd Berwarî û Heme Sûr Husên û Ebdulrehîm Barzanî û Hacî Şêx Qadir û Seyîd Asî hat spartin, Samî Ebdulrehman serperiştiya giştî ya şerî bû, herwisa rûniştvanên navçeyê jî amadeyî û hevkariya xwe bo piştgiriya hêza pêşmerge derbirîn.
18ê tebaxa 1969ê rêkefta destpêkirina êrîşê bû, nexşeya helmetê bi cûrekî darêjrabû her ji destpêkê va pêşmerge di pêşrewiyê da bûn heta ku karîn bi maweyekê kêm dest bi ser Pîremegrûnê da bigirin, herwisa karîn dest bi ser lûtkeya Helacê da bigirin ku cihekê stratejî yê navçeyê ye, vê helmeta şoreşê layê Dolê Rût û Xemze û Qeydanî jî girt û ketin ber destê pêşmerge, di maweyê 24 demjimêran da çekdarên hêza Mekteba Siyasî ya kevn ku di navçeyê belav bûbûn û di piştgiriya Artêşa Iraqê da bûn wekî ardê nav dirî perş û belav bûn, hêzên hikûmetê ziyana giyanî ya zêde gihîştê ku bi 120 kuştî hatibû texmînkirin û laşên wan di meydanê şerî da bi cih man.
Reftar û kirdarên hêzên ser bi Mekteba Siyasî ya kevn digel wan navçeyan ku dest bi ser da digirtin bi cûrekî bû, her kesê ku şiyanên hildana çekî hebûya bi zor û zordariyê çekdarî dikirin, di berjewendiya xwe da bi kar dianîn, berpirsên wan bi hevbeşî û hemahengî digel efserên artêşê lîsteya mûçeyan bi navê wan çekdaran rêk dixistin û pereyê wan jî di nav xwe da dabeş dikirin, ev jî hokar û palnerêkê diyar û berçav bû bo çekdaran her çaxê derfet bo wan derdikeft rêzên kirêgirtiyan bi cih dihiştin û peywendî bi rêzên şoreşê dikirin, ev jî wê rastiyê diselmîne ku yek ji encamên wî şerî û çûna desthilata şoreşê bo navçeya Pîremegrûnê hejmareka zêde ya çekdarên hêzên navbirî hatine pal pêşmerge û peywendî bi şoreşê kirin.
Şayê bas e bi hokarê wê şikestê ku hikûmeta Be'siyan di dawiya sala 1969ê li ser destê Şoreşa Eylûlê tê ketibû, dûxa dewletê gihîşt qonaxekê ku nekarê êdî bergiriyê li şerê Kurd bikit û berdewamiyê pê bidit, bi hokarê xirabûna dûxa abûrî û darayî ku xezîneya dewletê betal bûbû ji ber xerciyên şerî, herwisa hebûna kêşeyên navxweyî yên nav Partiya Be's ku di wî rojgarî da hêşta nedikarîn dezgehên girîngên dewletê wek hêzên artêşê û polîs û asayişê bixin bin rikêfa xwe û bi vîsta xwe yarî pê bikin, çimkî neyarên zêde hebûn di nav wan dezgehan da, lewra neçar bûn bîr li rêga çareyên din bikin va ku gotûbêj û rêkefta aştiyê bû.
Çavkanî:1- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbaziyên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.
2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşê dûyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.
3- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Heme Sûrçî, çapxaneya Danîşfer, Hewlêr, 2023.
4- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê da, çapxaneya Xebat, Dehok 1999.
5- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd da, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.





