Piştî rûdana her du şerên Qarawe û Mameşa ku di navbera hêzên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê û artêşa Îranê de qewimî, em dibînin ku hêza Îranê neçar dibe ji bo ku hêzên xwe li navçeyê rêk bixe û planeke guncaw dayne ji bo şer û pevçûnên dahatûyê yên xwe li gel hêza Komara Kurdistanê, neçar bûn di asteke bilind de serdana navçeya Sera bikin û li gel Qazî Mihemed û Mistefa Barzanî civiyan, her çend ku li Sera di navbera Qazî Mihemed û berpirsên Komara Kurdistanê û jênêral Rezm Ara peymanek tê girêdan ku her du alî êrîş nekin ser hev û Komar jî rê bide ku azûqe ji bo serbazgehên dorpêçkirî biçe, lê piştî demekê em dibînin li gundê Meklawê ku dikeve ser rêya navbera Serdeşt û Bane li yek ji wan postên ku Pêşmergeyên tîpa Serdeşt-Bane bi fermandariya Kak Heme Mewlûd ji bo çavdêriya wan rêyan hatibûn danîn, piştî çend mehan ji şerê gundê Mela Şêx û danûstandina gundê Sera ku ji aliyê Qazî Mihemed û Rezm Ara ve hatibû îmzekirin, ji bo careke din ew rêkeftinname ji aliyê hêza Îranê ve tê binpêkirin. Ew şer bi vî awayî dest pê dike ku rojekê çend Pêşmerge ji hêza Barzanî ji bo kirîna hinek kelûpelên pêwîst ji bo Meklawê diçûn û li rê dibînin ku stûnek ji hêza serbazî ya Îranê bi piştgiriya çar tank û zirîpoş û hejmarek otomobîlên ku tijî bûn ji serbaz û tijî ji çek, niyeta wan heye ber bi Serdeştê derbas bibin û azûqe ji bo hêzên dorpêçkirî bibin. 

Lewma Hêzên Pêşmerge daxwaz ji artêşa Îranê dikin rawestin ji bo pişkinîna otomobîlan, lê Îraniyan ranawestin, lewma ew kar dibe sedema çêbûna şerekî din û hêzên Pêşmergeyên Komarê bi fermandariya Heme Mewlûd ku li nava gundê Meklawê bûn xwe digihînin hevalên xwe û li aliyekî din jî Eqîd Bekir Ebdulkerîm Hewêzî ji bo alîkariya hevalên xwe diçin Meklawê û bi xwe Bekir Ebdulkerîm Hewêzî û 100 siwarên Gewirk ber bi cihê şer ve bi rê dikevin ji bo ku bikarin ji du aliyan ve dorpêça hêza Ayrom bidin, lê berî gihîştina wê hêzê artêşa Îranê ber bi Serdeştê direvin, bi gihîştina hêza Barzanî û Gewirk bo Meklawê dibînin ku 14 kes ji xelkê wî gundî bi destê artêşa Îranê hatine kuştin û birîndar bûne û yek ji Pêşmergeyên Heme Mewlûd jî şehîd dibe, birîndar jî ji bo wergirtina çareseriya seretayî bo Mehabad û paşê bo Tebrîz hatin şandin. Di encama wî şerî de hêza Pêşmerge agahdar dibin ku serbazên Îranê li gel wê xwaremenî û azûqeya ku ji bo hêzên dorpêçkirî dibirin, hejmareke zêde çek û teqemenî û fîşek û topeke xwe veşartibûn ku dixwestin di bin siya wan alîkariyan de bigihînin destê hêzên dorpêçkirî. Lewma em dibînin piştî wî şerî bi sedema pabendnebûna hêza serbazî ya Serdeştê bi sozên xwe, ew rêkeftinname tê hilweşandin. 

Çavkanî:

1- Eqîd Bekir Ebdulkerîm Hewêzî, Geştek bi Komara Mehabadê re, çapa duyem, Hewlêr, Dezgeha çap û weşanê ya Aras, 2001.

2- Elaeddîn Secadî, Şoreşên Kurd, Bexda, Çapxaneya Me'arif, 1959.