Piştî hatina barzaniyan bo Îranê û piştî damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê, ew komara sawa rûbirûyî komek kêşe û girtan bûye, girîngtirîn wan ew şerên bûn ku di navbera pêşmergeyên Komara Kurdistanê û artêşa Îranê û hozên neyarên Kurdistanê de rûdane, dema ew şer rûdane Hêzên Pêşmergeyên Mistefa Barzanî piraniya wan ji hoza Barzanî bûn, karîn rolek pir kartêker di wan şeran de bilîzin ku di navbera hêza Komara Kurdistanê û artêşa Îranê û hozên neyarên Kurd de rûdane, girîngî û rola serbazî ya Hêzên Pêşmergeyên Barzanî wê demê zêdetir reng da dema ku di şerê Qerawê de karîn derbeke kujer li artêşa Îranê bixin. Di piştî bidawîhatina şerê Qerawê, di 20ê gulana 1946an de careke din li yek kîlometriya xeta berevaniya bajarê Seqizê şer û pevçûn di navbera hêza artêşa Îranê û beşek ji pêşmergeyên hêza Barzanî û hêza Komara Kurdistanê çêbû, di encama wî şerî de hêzên Komarê ber bi qelaya hejmar 2 ya xeta berevaniya Seqizê pêşrewî dikin.
Di wê demê de fermandeyê yekeyên hêza Îranê bi navê Serwan Xesrewî ku bi xwe xelkê bajarê Sineyê bû, bi xwe û çend serbazan ve ji bo agahdarbûn ji barûdoxê ber bi bilindahiyên wê deverê ve diçe, lê rûbirûyî êrîşa pêşmergeyên Komara Kurdistanê dibe, bi xwe û du serbaz tên kuştin û sê girûpban û serbazek jî birîndar dibe, herwiha serbazek jî bi birîndarî bi dîl tê girtin. Di piştî wê şikestê de barê derûniyê hêza Îranê li wê deverê bi temamî dirûxe, lewma di destpêka meha hezîrana 1946an de Jênêral Rezm Ara fermandeyê stada artêşa Îranê, ligel sê fewcên artêşê ku pêk dihatin ji 500 kesî ku bi top û tank û firokeyan jî piştgirî dihatin kirin, tê devera Seqizê û li wir cîgir dibe. Li hember wê helwesta artêşa Îranê Hêzên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê di navbera Seqiz û sînorê Îraqê hêzeke 13000 kesî kom kiribûn ji bo berevanîkirinê li hember her êrîşeke dijmin, di wê hêzê de 1200 kesên wan li meydana şer bûn û fermandeyê wan Mistefa Barzanî bû û 900 barzanî jî ligel Şêx Ehmedê Barzan dibin lê ew hêz li meydana şer nebûn.
Bi hatina fermandeyê stada artêşa Îranê ku di bihêztirîn postên serbazî û siyasî yên Îranê de bû bo devera Seqizê, girîngiya wî şerî zêdetir ji bo me eşkere dibe, çimkî artêşsalarên Îranê bi ti awayî ji wan re ne dihat qebûlkirin ku bi wê hemû hêz û çek û teqemeniyên ku artêşa Îranê hebû nekarin li hember hêzeke çend sed kesî ji pêşmergeyan ku tenê çekên sivik di dest de bûn ji bo cara duyem tûşî şikestê bibin, lewma em dibînin ku Serleşker Hac Elî Rezm Ara ku fermandeyê stada artêşa Îranê bû û şarezayiyeke pûxt û temam li ser deverên kurdî hebû, ligel hêzeke berfireh tê devera Seqizê ji bo ku barûdoxê serbazî yê hêza Komara Kurdistanê binirxîne û li deverê binêre ji bo ku planeke stratejî ji bo hêzên Îranê dayîne heta di paşerojê de ew şikest dubare nebin. Bi wê serkeftina ku Hêzên Pêşmergeyên Barzanî di duyem şerê xwe de bi dest tînin bala û têgihîştina berpirsên Komara Kurdistanê bo aliyê barzaniyan zêdetir dibe bi şêweyek ku di paşerojê de ew hêz dibe birbira pişta Komara Kurdistanê û bê pirs û ra wergirtin ji fermandeyên hêza Barzanî û bi taybetî Mistefa Barzanî hêç tiştekî encam nadin.
Çavkanî:1- Necefqulî Pesiyan, Merg bû, bazgeşt hem bû (Dîrokçeya firqeya dêmokrat a Azerbaycan û partiya komela Kurdistanê), çapa duyem, Tehran, şîrketa sehamî ya çapê, 1328.
2- Mîrza Mihemed Emîn Mengûrî, Beserhatî siyasî Kurd li 1914ê heta 1958ê, beşa yekem, çapa duyem Silêmanî, çapxaneya Rûwn, 2000.
3- Wîliyam Îgiltûn Cûnîr, Komara 1946ê Kurdistanê, Seyîd Mihemed Semedî, Mehabad, 1361.





