Rêjîma Beis ji bo mayîna li ser desthilatê û rakirina asteng û wan metirsiyên ku rûbirûyê wan dibûn, hemû rêyek diceriband, kîjan plan bandorker bûya û bi sûda xwe temam dibû bi kar dianî, diyar e wan navçeyên ku di bin hejmoona şoreşê de bûn cihê binke û baregehên Pêşmerge bûn, her tim gefeke mezin bûn li ser berjewendiyên rêjîma Beis, lewma di nava çavan de diketin ber gef û guvaşa hêzên leşkerî û êrîşa bejayî û asmanî ji bo wan dihat kirin bi mebesta paqijkirina wan û xapûrkirina gund û dêhatên Kurdistanê (Barzanî, 2021, 289).
Artêşa rêjîmê di Tebaxa 1984an de êrîşeke fireh kir ser navçeyên di bin desthilata şoreşê de li Zaxoya devera Badînan, hikûmeta Beis di wê êrîşê de baregeha lijneya navçeya Dihok û Zaxoyê kir armanc, daku çalakiyên Pêşmerge rawestîne û dengê şoreşê li navçeyê kêm bike, êrîş pêkhatibû ji hezaran serbaz û çekdarên kirêgirtî (caş) ku ji aliyê Erşed Zêbarî û Ceifer Mistefa ve pêşewayetî dihat kirin, bi piştgiriya tank û top û zirîpoş û racîme û helîkopterên şer.
Di berbanga 24/8/1984an de êrîş ji sê mihwerên sereke ve dest pê kir:
Yekem: Mihwerê Baboxkê û Gelnazkê
Duyem: Mihwerê Zêwka Eboyî û Navşikê û Osmanan
Sêyem: Mihwerê Lîfê ji bo ser baregeha lijneya navçeya Zaxo li Geliyê Harîna (Murad, 2007, 144).
Hêza Pêşmerge li gorî êrîşa hêzên hikûmetê li ser mihweran dabeş bûn, ji ber ku di wê serdemê de hêza Pêşmerge di çarçoveya rêxistina partî de wek loq û navçe hatibû rêxistin (Gerdî, 2021, 269), hêza Pêşmerge ya rêxistina Şehîd Şehîaz Salih û rêxistina heval Sadiq Gelnazkî li mihwerê Baboxkê û Gelnazkê senger girtin, mihwerê Zêwka Eboyî û Navşikê û Osmanan bi hêza Pêşmerge ya rêxistina Rêncberan û Xalid Koçer û Şehîd Mihemed Hemdî û komek hêza bergiriya milî hat spartin. Fetah Gulî berpirsê lijneya navçeya Dihokê serpereştiya hêza Pêşmerge dikir di wê rûbirûbûnê de. Hêzeke din a hevbeş a Pêşmergeyên Partî û desteyeke Partiya Komunîst pêkhat bi fermandeyiya Mihemed Murad wek hêza amade ji bo wî mihwerê ku hikûmetê jê ve pêşrewî kir, daku bibin piştganiya wê hêza Pêşmerge ya ku ew mihwer jê re hatibû spartin, ew hêz li serê gundê Zêwka Eboyî ya di navbera her du mihwerên şer de cîgir bûn (Hemdî, 2007, 145).
Di beyaniyeke zû de êrîşa hêzên hikûmeta Beis ji bo ser sengerên Pêşmerge ji hemû mihweran ve dest pê kir, hêza Pêşmerge li wî cihê ku ji wan re hatibû diyarkirin rûbirûyê wan bûn, şerekî giran di navbera wan de rû da, sereta êrîşa wan têk birin û gûrzên mezin li wan dan, lê di mihwerê Navşikê de sê Pêşmerge şehîd bûn, lewma hêza hikûmetê ber bi gundê Osmanan ve pêşrewî kir, hêza Pêşmerge sengerên bergiriya xwe bihêztir kirin û hêza amade jî ji bo piştgiriyê gihîşt gundê Osmanan û ber singê hêza êrîşber girtin, xelkê gund jî bi hemû awayekî hevkariya Pêşmerge bûn, pir bi tundî û bi wan çekên sivik û giran ên di dest de bûn bersiva êrîşa hikûmetê dan, li hemû wan cihên ku pêşrewî jê kiribûn şikest bi wan anîn û heta piştê gundê Zêwka Eboyî ew şûnde dan (Hemdî, 2007, 145).
Êrîşa vê carê ya hikûmetê ne tenê ji bejayiyê ve hat birêvebirin, belkî di asman de jî dirêjî nekir di topbarankirin û bombebarana firokeyên şer de, di dema şer de heşt firoke berdewam li asmanê navçeyê dizivirîn ji bo piştgiriya hêzên bejayî yên hikûmetê û sengerên Pêşmerge agirbaran dikirin, di encama wê de hejmarek Pêşmerge şehîd bûn (Hemdî, 2007, 145). Ji bo yekalîkirina encama şeran Artêşa Iraqê berdewam bi firokeyan êrîş dikir ser baregeh û binkeyên Pêşmerge, di hemû şerekî de li gel Pêşmerge penah dibir topbarankirina sengeran (Zêbarî, 2015, 318).
Ev êrîşa rêjîma Beis heyama heşt rojan dom kir ku berdewam hêzên leşkerî û çekdarî bi piştgiriya tank û top û firokeyan rûbirûyê hêza Pêşmerge dibûn, Pêşmerge jî bi wan çekên di dest de bûn û bi piştgiriya hêza milî ya bergiriya ber singê wê hêza zexm û tijî çek girtibû û bersiva hemû êrîşên wan dida, her çend hêzên Iraqê di heyama wan heşt rojan de Pêşmerge pir westandin, lê Pêşmerge di bergiriya xwe de sil nekir, di roja heştan de hêza Pêşmerge li hemû mihweran êrîşeke berevajî ji bo ser hêzên hikûmetê dest pê kir, di nava çavan de êrîş birin ser pêşengên hêzên hikûmetê, di heyameke kurt de rêzên wan li hev belav kirin û serkeftineke berçav bi ser wan de sepandin, hêzên hikûmetê têk çûn û paşekêşî kirin, di encamê de şer bi serkeftina hêza Pêşmerge û şikestina Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî bi dawî hat.
Di wê êrîşê de hêzên hikûmetê ziyaneke zêde gihîşt wan di kuştî û birîndaran de, di nav wan de kuştina Muqedem Ebdullah hebû birayê Letîf Zêbarî, misteşarê çekdarên kirêgirtî (caş) ku li nêzîkî gundê Gelnazkê dawî bi jiyana wî hat, dehan laşên kuştî li meydana şer man û hejmareke zêde jî dîl hatin girtin, hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan ket destê hêza Pêşmerge û bû destkeftiya şoreşê, tomarkirina serkeftina vî şerî bi xwîna heşt şehîdên rêya Kurdistanê bi cih hat ku pênc ji wan bi bordûmana firokeyan şehîd bûn (Hemdî, 2007, 146).
Van êrîşên hikûmetê ji bo ser navçeyên di bin desthilata şoreşê de bi dirêjahiya dîroka xebata rizgarîxwaziya Kurd berdewamî hebû, lê gava şikest dixwar û şiyana dest bi ser de girtina wan navçeyan nebû bi sedema bergiriya bihêz a Pêşmerge, dibû destkeftiyeke mezin ji bo şoreşê û bilindbûna morala Pêşmerge, di heman demê de dengvedaneke mezin li navçeyê li pey xwe dianî, ew jî dîsan ji bo hikûmetê diçû çarçoveya şikestina manewî ya mezin.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- 2021).
2- Gerdî, Xazî Adil, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hejî Bêroxî berga duyem, çapa duyem, (Tirkiye- 2021).
3- Murad, Mihemed, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) da, (Çapxaneya Kurdistanê – Zaxo- 2007).
4- Zêbarî, Şîmal, Hindek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê da, çapa yekem, (Çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015).





