Hikûmeta Iraqê ku daxuyaniya şer da dijî şoreşa Kurd di sala 1974an de êrîşeke mezin û berbelav bo ser Kurdistanê dest pê kir, artêşeke zebeleh a çaryek milyonî ya tijî çekên giran ên pêşketî yên serdemê ku xwe di sedan tankên modern û hemû cure çekên asmanî û hêza asmanî de didît terxan kir bo tepeserkirina Kurd û ji navbirina Şoreşa Eylûlê., di bin siya peymannameya dostayetî û hevkariya di navbera Iraq û Yekîtiya Sovyetê de. 

      Devera Germiyanê jî wek hemû navçeyên din ên Kurdistanê ket ber şalaweke dagirkeriya leşkerî ya artêşê û ji sê aliyan ve hat pelamardan, ji bakur û başûr û rojava yanê ji Silêmanî, Helebce û Kerkûkê ve hêz şandin da ku dest bi ser tevahiya Germiyanê de bigirin, artêşsalarê Iraqê ferîq rukn Ebdulcebar Şenşel û ferîq Seîd Hemo serkirdeyê navçeya bakur, dest bi ser de girtina Germiyanê bo çend sedeman vedigerînin, ji wan ev e ku navçeyeke fireh e û komek bajarên mezin dihewîne wek Xurmal, Helebce, Sîrwan, Erebet, Seyîd Sadiq, Derbendîxan, Sengaw û Qeredax, çiyayên bilind ên navçeyê her dem pişt û penaya şoreşê bûn û li ser hikûmetê metirsiyeke mezin bûn, girtina beşek ji sînorê Îranê li gel Kurdistanê, herwiha bertengkirina navçeyên şoreşê heta rê bigirin li daketina Pêşmerge bo nav bajaran û lêdana derban li Artêşa Iraqê.  

 Artêşa Iraqê bo encamdana wê êrîşê çend yekeyên leşkerî destnîşan kirin ji wan hêza 14 a fîrqeya 1 bi fermandeyiya eqîd rukn Ebdulcebar El-Safî, ketîbeya tank bi fermandeyiya melazimê yekem Raad Hemdanî, hêza asmanî û çekdarên karker (caş), di 1ê hezîrana 1974an de yekeyên diyarkirî yên Artêşa Iraqê bo wê êrîşê li navçeya Qilyasan a başûrê Silêmaniyê dest bi amadekariyê kirin, ku maweya sê rojan kişand, piştî wê di berbanga 4ê hezîrana 1974an de artêşê dest bi tevgerê kir, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo rûbirûbûna vê êrîşê li gundê Ferecawa rê li artêşê girtin û karîn pêşrewiyên Artêşa Iraqê têk bişkînin û ziyana mezin bigihîninê, ew şer heta nêzî nîvro berdewam bû, di encamê de hejmareke zêde ya serbaz û caşan hatin kuştin û birîndar bûn, nêzî 20 serbaz û caş ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin dîlgirtin, ji aliyê şoreşê ve jî sê Pêşmerge Şehîd bûne, li gel hejmarek birîndaran, piştî ku artêşê şikesteke mezin xwar, topxaneya Artêşa Iraqê dest bi topbarankirina gund û gundewarên navçeyê û sengerên Pêşmerge kir. 

 Roja din Artêşa Iraqê berdewamî da êrîş û pelamardanên xwe bi piştgiriya firokeyên şer û çekdarên karker (caş), karîn dest bi ser Erebetê de bigirin û berdewam bin li pêşrewiya ber bi Derbendîxanê ve, berî ku bigihîjin cihê mebest li pira Tenceroyê ya Zerayan careke din li gel hêzeke Pêşmerge tûşî hev bûn, şerekî germ di navbera wan de qewimî, her çend Hêzên Pêşmerge karî ziyan bigihîne pêşrewiyên artêşê, lê hêza wan gelek biçûk bû li gorî hêza mezin a artêşê ku pêk dihat ji hêza 16 a zirêpoş bi fermandeyiya eqîd rukn Mehmûd Wehîb ku ji Celewlayê hatibû, lewma nekarîn zêdetir xwe ragirin û paşekişe bi hêza xwe kirin û artêşê karî bikeve nav Derbendîxanê.

Piştî çend rojeke din bi diyarkirî di 9ê hezîrana 1974an de li navçeya Qeredax hêzeke Pêşmerge êrîş kir ser Artêşa Iraqê, bi mebesta lêdana derbekê û ziyan gihandin bi yekeyên artêşê, di 11ê hezîranê de bi heman şêweyê berê careke din êrîşeke wan kir ser hêza yedeg a 90 ku erka parastina Zerayanê li stûyê wê bû, diyar e ev çalakiyên partîzanî yên Pêşmerge bûn, bi mebesta wê ku ziyan bigihînin artêşê û wisa fêm nekin êdî eger dest bi ser wan navçeyan de bigirin Pêşmerge destewestan dibe û êdî nikare rûbirûyê wan bibe.                         

Çavkanî:      
  1. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka Şoreşa Eylûlê, 1961-1975, çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr – 2007.

  2. Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 jiyan û rola siyasî û leşkerî di bizava rizgarîxwazî ya Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

  3. - Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.

  4. Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapxaneya Danişfer, çapa yekem, Hewlêr, 2022.