Fermandeyê bibandor di şoreşê de Îdrîs Barzanî di 31ê Kanûna Paşîn a 1987an de koça dawî kir, û xatir ji şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê xwest, bi vî awayî xemgînî li ser serkirdayetiya şoreşê û hêzên Pêşmerge belav bû, û rejîma Be'sê sûd ji vî barûdoxî wergirt û êrîşeke berfireh kir ser deverên di bin kontrola şoreşê de, û dema serkirdayetiya şoreşê bi vê yekê zanî, biryar da ku refên hêzên Pêşmerge xurt bike û çalakiyên xwe berfireh bike da ku plana dijmin pûç bike.

Li ser ronahiya biryara serkirdayetiya şoreşê, hêzeke Pêşmergeyan planeke hûr bi fermandariya Mihemed Murad danî, ji bo cîbicîkirina operasyonekê li navçeya di bin kontrola desthilata hikûmetê de, ji bo nîşan bide ku windakirina her fermandeyekî şoreşger çalakiyên Pêşmergeyan ranawestîne, belkî wan berfireh dike. Ji bo vê armancê, ew hêz ber bi derdora gundê Deştemrê ve çûn û rabayeke serbazî ya li ser gund li nahiyeya Îbrahîm Xelîl (Rizgarî) ya ser bi devera Badînan ve diyar kirin da ku di operasyonê de bikin armanc.

Di şeva 8/9ê Sibata 1987an de, hêzên Pêşmerge tevgeriyan û gihîştin armanca xwe, lê bi pirsgirêke mezin re rûbirû man ku cîbicîkirina plana wan bi hêsanî zehmet kir, ew jî hebûna mayînên çandî li derdora armancê bû, lewma diviyabû dest bi karê rakirina mayînan bikirana, û ev kar ji aliyê hejmarek Pêşmergeyên xwedî ezmûn di rakirina mayînan de hat kirin.

Piştî rakirina du rêzên mayînan li derdora rabayê, Pêşmerge di sibehê de vegeriyan baregeha xwe. Tevî ku baran bi gurî dibariya wê şevê, lê Pêşmergeyan guh neda û karê xwe bi serkeftî kirin û encama operasyonê ji serkirdayetiya xwe re ragihandin (Murad, 2007, 138).

Piştî gotûbêjkirina plana êrîşê bi Komîsyona herêmî ya Zaxo re, wan bawer kir ku ew çalakiyeke girîng e û divê zû were cîbicîkirin. Lewma, di şeva paşê de, 9/10ê Sibata 1987an û di saet 10:00ê êvarê de, hêzên Pêşmerge nêzîkî rabayê bûn. Wan li pey hev û di yek demê de armanc bi baraneke agir û bi hemû çekan ji fuzeyên RPG û tivingan ve bo dema panzdeh deqeyan gulebaran kirin, û agir berdan nav leşkerên di nav rabayê de û zû karîn derbasî têlên dirî bibin û dîwaran û astengan hilkişînin û bikevin nav armancê. Di wê demê de, rabayên derdorê û Firqeya 38 a serbazî bi êrîşê zanîn, ku bi çekên giran û sivik ji hemû aliyan ve zext li ser hêzên Pêşmerge kirin. Li ser encama vê operasyona qehremanane, du Pêşmergeyên Komîsyona herêmî ya Zaxo şehîd bûn ku ew jî ev in: Îsmaîl Sîfo û Xelîl Şîno, û çar kesên din birîndar bûn.

Piştî ku Pêşmerge di gihîştina armanca xwe û gihandina peyama berdewamiya şoreşê ji dijminan re serkeftî bûn, vekişiyan û di sibehê de gihîştin gundê Çem Bahîvê, û termên her du şehîdan bo gundê Bêrkavê hatin veguhestin, li wir hatin veşartin.

Piştî çend rojan, Artêşa Iraqê êrîşeke berfireh kir ser deverê ku bi çekên giran wek topên dûravêj û balafirên şer hatibû piştevanîkirin, lê hêzên Pêşmerge rê li wan girtin û bi hêz li ber xwe dan, û piştî berxwedaneke tund li hember wan sekinîn û êrîşa dijmin pûç kirin.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- 2021).

2- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) da, (Çapxana Kurdistanê – Zaxo- 2007).

3- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî (1944-1987) jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwaza Kurd da, (Çapxaneya Hêvî- Hewlêr- 2019).

4- Şîmal Zêbarî, hinek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê da, çapa yekem, (Çapxaneya Rojhilat- Hewlêr – 2015).