Hêzeke Pêşmerge ji bo encamdana gerêke partîzanî li Geliyê Gostê yê devera Bradost ber bi gundên Kaniyereş û Kolekan û Deşta Bazirgan dest bi tevgerê kirin, di heman demê de fewceke serbazî ya Artêşa Iraqê jî li Kaniyereş bicîh bûbû ji bo çavdêrîkirina navçeyê, hêza Pêşmerge piştî ku ji Kaniyereş derbas bûn û gihîştin ser çemê Deşta Bazirgan, mijûlî derbaskirina avê bûn, beşek ji wan gihîştibûn wî alî û beşê din jî hêj di nav avê de bûn, ji nişkê ve hêzeke serbazî ya Artêşa Iraqê li wan peyda bû û rûbirûyî wan bûn, di wê kêliyê de şer di navbera wan de dest pê kir.

       Derbarê wî şerî de yek ji Pêşmergeyên beşdarbûyî yê şerî bi navê Ebdulrehman Hacî bi vî awayî ji me re axivî,

 Got: Bihara 1979 em ku hêzeke Pêşmerge bûn bi fermandeyiya doktor Ebdulrehman Zirazî di gerêke partîzanî de ji Geliyê Gostê ber bi gundê Kaniyereş û Deşta Bazirgan û Koleka ve bi rê ketin, bi mebesta serdanîkirin û bihêzkirina xetên rêxistina partayetî, lê dema ku gihîştin ser çemê Deşta Bazirgan, mijûlî derbaskirina çem bûn hêzeke Artêşa Iraqê ber bi me ve hat û rê li me girt, em jî ku hêj çend Pêşmergeyên me di nav ava çem de bûn û derbas nebûbûn şer di navbera me de çêbû, dema ku serbazan gule li me reşandin em jî gelek bi tundî li wan hatin û me bersiva wan da.

       Şer ji bo dema 45 deqeyan bi germî berdewam bû, hêza Artêşa Iraqê hejmarek serbazên wan birîndar û kuştî bûn, bi wê sedemê şolî ket navbera wan lewra nekarîn berdewamiyê bidin şer û têk çûn, tenê ew ji wan re ma ku xwe û serbazên birîndar rizgar bikin û cihê xwe hêlan, piştî ku serbazan bi temamî vekişiyan em jî hemû Pêşmerge gihîştin hev û hemû sax bûn, ti ziyan negihîşt me û me berdewamî da rêya xwe û ber bi Kolekan ve bi rê ketin.     

Çavkanî:

1- Sefer Yûsif Mîrhac Jajokî, Şehîd doktor Ebdulrehman Zirarî (Berhevokek ji jiyan û Pêşmergatiyê), (Çapxaneya Danişfer- Hewlêr- 2022).

2- Dîdar li gel Ebdulrehman Hacî, xelkê Balekayetî, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, beşdarbûyê şerî, Soran. 2ê Sibata 2026.