Piştî heresa Şoreşa Eylûlê sala 1965 hinde neçû careke din şoreşa Kurd serê xwe hilda, çalakiyên xwe bi şêweyê partîzanî berdewam kir, di bin navê Şoreşa Gulanê, sala 1979 hêza Pêşmerge di çarçoveya deste û mefrezeyên taybet de ji welatê Îranê hatin şandin bo navçeyên başûrê Kurdistanê bi mebesta çalakirina rêxistina Partî û Pêşmergatiyê, bi wê pîvanê ku piştî heresa Şoreşa Eylûlê piraniya serkirde û Pêşmerge û berpirsiyarên Pêşmerge awareyê welatê Îranê bûbûn. Di vegera xwe de erka wan geran bû bi nav gund û ladêyan bo geşkirina rêxistina نهێنى û encamdana çalakiyên Pêşmergatiyê û gihandina dengê şoreşê bo nav û derwe yê welat.

      Yek ji wan mefrezeyên Pêşmerge ku di geran (cewle) ya navçeyan de bûn, mebesta devera Barzanî kir li nahiyeya Gorto nêzîkî qezaya Mêrgesorê bi fermandeyê doktor Ebdulrehman Zirarî, wek di wê çavkaniyê de amaje jê re dike diyar e li wî cihî rejîma Îraqê tîmeke endazyariya rê û banan cîgir kiribû ku pêkhatibûn ji pênc endazyaran, bo çêkirina rêyeke leşkerî bo gundê Zêt û navçeyên derdorê, daku bi hêsanî hêza leşkerî û tank û zirêpoşên rejîmê bigihên wan navçeyan belkî bi hêsanî bikarin rêgiriyê bikin li hember hemle û çalakiyên Pêşmerge li navçeyê, endazyar ser bi welatên cuda yên wek (Urdunî û Misrî û Felestînî û Erebekî Bexdayî û Kurdek) bûn, herwiha firqeyeke leşkerî anîbû bo kêwmalikirina navçeyê û çavdêriya projeya rêyê.

       Wek di amajeyê de hatiye bihara 1979 mefrezeya Pêşmerge ya navbirî bi planeke mukim a partîzanî xwe gihandin kampa endazyaran bi mebesta revandina wan, di demekê kêm de karîn tevahiya endazyaran birevînin û cihê xwe bihêlin, lê piştî demekê hêza leşkerî di rêya yek ji serbazan ku serdana kampa endazyaran kiribû ji windabûna wan agahdar bûn û destpêcê hêzên xwe kom kirin û ketin amadekarî, di demekê de hêza Artêşa Iraqê ketin tevger û geran li pey endazyaran, ji ber ku hêza Pêşmerge bi temamî dûr neketibûn li navçeyê li gel serbazan tûşî hev bûn û rûbirûyê hev bûn û şer di navbera wan de dest pê kir.

Ebdulrehman Hacî ku yek ji Pêşmergeyên beşdarbûyê çalakiyê ye li ser çawaniya revandina endazyaran û piştre rûbirûbûna hêza leşkerî ji me re axivî, got: Em mefrezeyeke Pêşmerge bi fermandeyê doktor Ebdulrehman Zirarî di geran (cewle)yeke partîzanî de bûn li navçeyê, plana revandina endazyarên kampa Gorto me danî, armanca encamdana çalakiyê jî paşxistina projeya rêya navbirî bû, çimkî eger rêya wek çawa hikûmetê plan bo danabû cî bi cî bûya dibû astengeke mezin li beramber tevger û çalakiyên hêza Pêşmerge li navçeyê, di berdewamiya gێraneweya xwe de navbirî got: Di şevekê bihara 1979 bi binara çiyayê Pîran hilkişiyan daku gihîştin hember Mêrgesorê, paşê şore bûn bi arasteya kampa endazyaran li Gorto, navbirî amaje bi wê kir ku bi sedema wê yekê şarezayî hebû di zimanê Erebî de xwe yek ji wan Pêşmergeyan bû ku çû nav jûra endazyaran û yek bi yek ji xewê rakirin û her pêncên wan revandin, ber bi çiyayê Pîran hilkişiyan ku dinêre ser nahiyeya Gorto qezaya Mêrgesorê ji bakurê rojhilat ve, dema gihîştin ser çiyayê li wan dibe roj lewma nikarin berdewamî bidin çûnê heta dibe şev li ser çiyayê dimînin û xwe vedişêrin.

        Hêza leşkerî ya Artêşa Iraqê bo dîtina endazyaran bi awayekî navçeyê dorpêç kiribû bi çirî digeran û rê û tûlerêyan girtibûn, bi dirêjahiya rojê jî ji asman ve bi helîkopteran li pey soraẍa endazyaran di geran û pişkinîn berdewam bûn, dema tarîka şevê daket hêza Pêşmerge dest bi çûnê kirin li serê çiya bi aliyê deşta Hêrt bo binara çiya şore bûn, navbirî got: Li binara çiya li gel hêza leşkerî ya artêşê rastî hev hatin û rûbirûyê hev bûn bo dema du demjimêran şerekî germ di navbera me de çêbû, piştî şerekî sext Pêşmergeyan karîn hêla sengerên Artêşa Iraqê bişkînin û xwe rizgar bikin, lê di germeya şerî de di navbera her du hêzan çar ji endazyaran tên kuştin û yek dimîne digihînin serkirdayetiya şoreşê, li gorî zanyariyên ku dest Pêşmerge ketiye artêşê ziyana canî hebû di kuştî û birîndaran de lê hejmara wan nehat zanîn, di hêza Pêşmerge de tenê yek bi sivikî birîndar bû.

Çavkanî:               

1-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, bergê çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşê duyem, çapa yekem, (çapxaneya Roksana- 2021).

2-Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek li xizmeta Barzanî da, bergê duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.

3- Sefer Yûsif Mîrhac Jajokî, Şehîd doktor Ebdulrehman Zirarî (berkolêk li jiyan û Pêşmergatiyê), (çapxaneya Danîşfer- Hewlêr-2022).

4-Dîmane li gel Ebdulrehman Hacî, xelkê Balekayetî, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, beşdarbûyê şerî, Soran. 2ê Sibata 2026.