Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di adara 1975an de, serkirdatiya kurd bîr li berdewamiya şoreşê kir, ku pêwîst e bi çalakiyên Pêşmergeyan vegere qada xebatê. Her çend serkirdatiya şoreşê wê demê di rewşa awareyî û bin çavdêriya welatê Îranê de derbas dikir, lê bi her awayî be, derfetê ew jî rexsand ku şoreş dest pê bikeve û dest û Hêzên Pêşmerge bişîne navçeyên cuda yên Kurdistanê, da ku bi guhê rejîma Îraqê de bilivîne ku şoreş berdewam e û dakokîkirina li ser mafê kurd, devjêberdan jê ne pêkan e.
Diyar e xebata wê carê ya şoreşa kurd xwe di gelek çalakiyên Pêşmergeyî de li vir û li wir didît û dûr ji şerê bereyî, ku bi her sedemekê be nehêlin rejîma Îraqê aramiyê bi xwe ve bibîne û di asûdeyiyê de jiyanê bike. Ew bû di nîveka sala 1976an de şoreşa çekdarî dest pê kir û careke din hêvî û omîd bi niştecihên Kurdistanê bexşî. Ev gavavêtin jî werçerxanekî dîrokî bû di dîroka kurd de. Di wê pênavê de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi dirêjahiya şoreşê gelek çalakî û kiryarên leşkerî li navçeyên cuda encam dan û derbeyên mezin li yekîneyên leşkerî, emnî û çekdarên rejîma Îraqê dan.
Ew çalakiyên ku em di van çend rêzên nivîsan de dixwazin behsa wê bikin, Şerê Şeranşê ye li ser rêya sereke ya di navbera Şeranşê û Deşta Texê li navçeya Qela Selmaniyê ya devera Sindî. Diyar e Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê her tim li dû derfetekê digeriyan ku firsenda wê jê re çêbibe derbeyan li yekîneyên leşkerî yên artêşa Îraqê bixin. Ew bû serê sibehê 18ê tebaxa 1976an hêzeke artêşa Îraqê ket kemîna hêzeke Pêşmergeyan û şerekî dijwar di navbera wan de rû da. Piştî bidawîhatina şer, Pêşmerge karî ziyaneke mezin bigihîne wê hêza artêşa Îraqê, ku pêk hatibû ji kuştina dozdeh leşkeran di nav wan de efserê bi pileya neqîb û yekî din bi pileya mûlazimê yekem hebûn, her wiha şofêrekî otomobîlê bi pileya erîf û çend pile-darên din jî di nav kuştiyan de hebûn. Destkeftiya wê çalakiyê ya Pêşmerge pêk hatibû ji hejmarek çekên kalaşnîkov.
Her çend ew cure çalakiyên Pêşmergeyan naçin warê azadkirina navçeyekê ku Pêşmerge destê xwe danîbe ser û tê de mayibe, belkî lêdanek bû li yekîneyên leşkerî yên artêşê di çarçoveya çalakiyên partîzanî yên şoreşê de û moralek bû ji bo Hêzên Pêşmerge li hember dijminê xwe. Di heman demê de peyamek bû ji bo rejîma wê demê ya Îraqê ku şoreş berdewam e ji bo dakokîkirina li ser mafê xelkê Kurdistanê.
Çavkanî:-
Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.
-
Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Cemal Fethullah Teyib: Bizava rizgarîxwaza kurd li Başûrê Kurdistanê 1976-1980, çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012.


