Artêşa Iraqê êrîşa xwe di sibehê 24ê Nîsana 1974an de li ser navçeyên di bin desthilata şoreşa Kurdistanê de dest pê kir û hemû îmkanên xwe di qada şer de bi kar anî û armanca wê ew bû ku pêşve biçe û hemû axa Kurdistanê dagir bike. Beşek ji hêzan di 25ê Nîsana 1974an de xwest berê xwe bide Sengawê û berî gihîştina Çemçemalê bi rêya Kerkûk – Silêmanî kontrol bike, yekîneyên vê hêzê ji fujê duyem ê lîwaya çarem a ser bi firqeya duyem - Kerkûk bi hevkariya tabûra tankan a ku pêşiya hêzan digirt pêk dihat, û Artêşa Iraqê nehaydar bû ku Pêşmergeyên fujê yekem ê lîwaya duyem a Kerkûkê dê bi hemû mêrxasî û bi moraleke pir bilind li hember wan bisekinin.
Hêzên Pêşmerge li navçeya Şîwe Sûr di rewşeke berevaniyê ya xurt de xendeq û çeperan dikolin, ew li hember pêşveçûna hêzên Iraqî wek avahiyeke polayîn bûn, ji bilî vê Pêşmergeyan mînên dijî kes û tankan li pêşiya Artêşa Iraqê danîn, dema şer dest pê kir hejmarek ji tankên Artêşa Iraqê hatin têkbirin, di vê navberê de Muqedemê Erkan Ziyaedîn Cemal fermandeyê fujê duyem ferman da ku pêşveçûna tankan di pêşiyê de rawestînin ji bilî rewşên pêwîst.
Dema ku hêzên piyade yên artêşê pêşveçûna xwe didomandin, ji nişka ve rastî guleyên tivingan û mînên Pêşmergeyan hatin, piştî heşt saetan ji şerê berdewam Artêşa Iraqê li hember berevaniya Hêzên Pêşmerge rastî ziyanên giran hat. Ziyanên wê yên canî kuştina bi dehan leşkeran û birîndarbûna yên din bû, di nav kuştiyan de parêzvanên taybet ên fermandeyê fujê hebûn, ziyanên madî jî têkbirina şeş tankan, sê zirêpoşan û hejmarek ji otomobîlên serbazî bûn. Herwiha dest danîn ser hejmareke mezin ji çekên sivik û navîn.
Çavkanî:
-
Sengêr Îbrahîm Xoşnaw: Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.
-
Karwan Cewher Mihemed: Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.


