Şîşar çiyayekî asê, bilind û stratejîk e li devera Bêtwatê nêzîkî çiyayê Makok û nahiyeya Serûcawa, û asêbûna çiya wisa dikir ku her hêzeke serbazî eger li ser bi cih bibe, tê wê wateyê ku ew kontrola temamî li ser tevahiya deverê dike, ji ber ku ew li ser rêya Serûcawa-Balîsan dinêre.
Piştî têkçûna Artêşa Iraqê di pêşveçûna li ser çiyayê Kiyoreş, Makok û Horê de, di nîvê îlona 1974an de plan kir ku dest deyne ser çiyayê Şîşar da ku kontrola temamî li ser deverê bike, û bi rêya destgirtina li ser çiya dê çend armanc bên pêkanîn, wekî tengkirina li ser cihên Pêşmerge û girtina rêya derbasbûna Pêşmerge di navbera çiyayên Şîşar û Makok de, û ev yek zexta li ser hêzên Pêşmerge bi taybetî di navbera Bêtwatê û Balîsan de zêde dikir, herwiha topavêjên Artêşa Iraqê dikaribûn bigihîjin dûrahiyek dirêjtir.
Fermandeyê artêşa Pêşmerge yê duyem Reşîd Sindî ferman da hêzên Sefîn, Deşta Hewlêrê û Bêtwatê ku xeta berevaniyê li newala Balîsan xurt bikin, û beşek ji hêzên Deşta Hewlêrê bi hevahengî û hevkariya hêzên Kawa li Pişder tevbigerin, û firqeya duyem a Artêşa Iraqê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve ji bo êrîşkirina ser çiyayê Şîşar amade bû, û tê de lîwayeke tankan, hêzên 16ê zirîpoş, hêza esmanî û çekdarên kirêgirtî hebûn, hêzên Pêşmerge di xeta berevaniyê de bûn û ji fujê sêyem ê hêzên Sefîn bi fermandariya Mihemed Sabir fermandeyê seriya yekem û Omer Sultan fermandeyê seriya duyem û Sadiq Mihemed Emîn fermandeyê seriya sêyem pêk dihat.
Artêşa Iraqê êrîşa xwe bi topbaranek dijwar li ser cihên Pêşmerge dest pê kir bi armanca ku Pêşmerge şiyana xwe ya berxwedanê ji dest bidin û leşker karibin bi hêsanî çiya hilkişin, piştî rawestandina topbaranê, hêzên piyade yên artêşê êrîşî cihên Pêşmerge kirin, hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de bûn û bi planeke amadebûna rêkxistî, dema nêzîk bûn bi hêz li hemberî wan sekinîn û êrîşa wan têk birin, hejmarek kuştî li qada şer hiştin, û di vî şerî de sê Pêşmerge Şehîd bûne û hejmarek din jî ji ber topbarana dijwar a li ser deverê birîndar bûn.
Artêşa Iraqê di vê heyamê de berdewam topbarana Pêşmerge kir, lê heta karesata şoreşê ya sala 1975an nekarî kontrola çiya bike, piştî têkçûna wê di destgirtina Şîşar de di dawiya meha îlonê de, artêşê arasteya xwe guhert û rêzeêrîşek li ser newala Reqa pêk anî, û ji bo sivikkirina barê li ser hêzên Pêşmerge li eniya Rewandizê pêwîst bû beşek ji hêzên Pêşmerge li Rewandizê bo devera Bêtwatê bên veguhestin û zexta li ser hêzên Pêşmerge ji mihwerê şer kêm bibe, tevî vê yekê hêzên Sefîn, Deşta Hewlêrê, Bêtwatê û fujê çarem Zozik rê li ber wan girtin ku pêşve biçin û êrîşa Artêşa Iraqê têk birin.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî duwem, Şorişî Eylûl 1961-1975, çapî yekem, (Hewlêr- 2004).
2- Sengêr Îbrahîm Xoşnaw, rûdawê serbaziyekanî şorişî Eylûl 1970-1975, çapî yekem, (Hewlêr- 2022).
3- Xurşîd Şêre, xebat û xwên, bîreweryekanî salanî Pêşmergeyayetî, çapxaneyî Hacî Haşim, (çapî sêyem- Hewlêr- 2015).
4- Seyîd Kake, bîreweryî Pêşmergeyek, çapxaneyî wezaretyî roşinbîrî, çapî yekem, (Hewlêr- 1997).


