Jînenîgarî

Şakir Ebdulla di sala 1931an de li gundê Mam Xalan a devera Zeraretî ya ser bi nahiya Pirmam ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye. Xêzandar bûye û navê hevjîna wî Behiye Yûsif e û xwediyê çar kur û du keçan bûye bi navên Ebdulsettar, Ebdulqehar, Ebdulcebar, Ebdulla, Nemam û Necîbe.

Xebatname

Şehîd Şakir Ebdulla di sala 1964an de bûye Pêşmerge li cem Mam Resûl Feqî di hêza Sefîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1966an de pileya serpolî wergirtiye, di sala 1968an de di rûbirûbûna serbazî ya wê demê ya Îraqê li Dola Smaqulî birîndar bûye. Di sala 1974an de di topbarana rejîma wê demê ya Îraqê bo ser sengerên Pêşmerge li Çiyayê Kêşke ya nêzîk nahiya Dêgela, Şakir Ebdulla û du hevsengerên wî bi navên Faxir û Mamer Axayê Zerarî Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.