Şehîd Îsmaîl Hesen di sala 1970an de li gundê Melekan a ser bi ناحیەى Xelîfan a qezaya Soran ji dayik bûye, rûniştiyê gund bûye heta têkdana gundan ji aliyê rejîma Beis ve rû kiriye Hewlêrê û li kampa Şawês rûniştiye û mijûlî kasibiya bazarê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, Îsmaîl xêzandar bûye û xwediyê yek kur û du keçan bûye.
Sala 1989an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, di hêza Cemal Murtke bûye Pêşmerge, sala 1991an beşdarî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê ya dijî dezgehên hikûmeta Îraqê kiriye û beşdarî azadkirina bajarê Şeqlawa û Korê û Hewlêr û Pirdê û Kerkûkê kiriye.
Di 31ê Adara 1991an de piştî paşekişeya hêzên Pêşmerge, Îsmaîl û desteyek hevsengerên xwe li bazgeha Şawês a Hewlêrê rûbirûyê hêzeke leşkerî ya Beis bûne û şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





