Şehîd Îdrîs Temir di sala 1965an li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, rûniştvanê bajarê Hewlêrê bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Îlonê li gel malbata xwe awareyî welatê Îranê dibe, sala 1977an vedigerin û ji aliyê dezgehên emnî ve bo Başûrê Îraqê tên dûrxistin û li bajarê Semawê tên niştecîkirin. Sala 1979an vegeriyane bajarê Hewlêrê.
Sala 1984an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike û li rêxistina Hêriş dibe Pêşmerge. Sala 1985an tê veguhastin bo lijneya navçeya Şeqlaweyê, heman salê pileya fermandeyê çalakiyên partîzanî wergirtiye, sala 1986an beşdariya çalakiyên lêdana otêla Selîm û şerê binara Sefîn li gundê Aqûban û çalakiyên partîzanî yên lêdana bingeha polîsên Şeqlaweyê kiriye.
Di 4ê Kanûna Yekem a 1986an de li gel du hevsengerên xwe yên din ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî ku pêk hatibû ji lêdana munezema Partiya Beis li nahiyeya Herîrê, piştî encamdana çalakiyê li wir Şehîd dibe û yek ji wan Şehîdan e ku gora wî nexuya ye.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





