Îbrahîm Ehmed Murad Şawêys, sala 1957ê li gundê Tekyeyê ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û bo xwendina qonaxên seretayî û navendî rû kiriye nahiyeya Xurmalê û derçûyê qonaxa navendî bûye, bavê Îbrahîm Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye û piştî neskoya şoreşê tevahiya malbata wî awareyê welatê Îranê bûne û li bajarê Şîrazê niştecî bûne, xêzandar bûye û xêzana wî navê Fatime Elî Salih bûye û xwediyê yek kur û yek keç bûye bi navên Îsmaîl û Hacer, sala 1986ê Şehîd bûye.
XebatnameŞehîd Îbrahîm Ehmed Murad, sala 1979ê peywendî bi rêkxistinên rêkxistina Xurmalê ya ser bi lijneya navçeya Helebce ya lîqa çara Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1980yê pileya berpirsiyarê şaneya Şehîd Mistefa ya nav nahiyeya Xurmalê wergirtiye. Sala 1981ê bûye Pêşmergeyê lîqa çara Umer Xemgîn ser bi betalyona Şinroyê ya hêza Surênê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Şehîd Îbrahîm Ehmed Murad Şawêys di yek demê de hem erka Pêşmergatiyê hem erka kadroyê rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi cih aniye, di rêkxistina dîdar û çavpêketinên navbera kadroyên şaneya nihênî ya nav bajar û fermandeyên çiya de rolekê bilind hebûye. Kariye çend torên nûçeyan bo destxistina zanyariyan li ser tevger û plana Artêşa rejîma Be's çêbike.
Di şeva 27 li ser 28ê Sibata 1986ê de Îbrahîm Ehmed Murad û du fermandeyên betalyona hêza Surên û du Pêşmergeyên din vegeriyane nav nahiyeya Xurmalê bo encamdana civîna rêkxistinê ligel stafa rêkxistina Xurmalê, lê li mecmuaya Xurmalê ketine kemîna caşên rejîma Be's û di encamê de Îbrahîm Ehmed û hevsengerekî wî bi navê Salih Tehsîn Şehîd bûne û Umer Xemgîn fermandeyê betalyona sêyê ya hêza Surên bi sextyî birîndar bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





