

دانشنامهٔ حزب دموکرات کردستان
Loading

سیاست گازی عراق و موضع حزب دموکرات کردستان (١٩٥٨-١٩٧٥)
علی خلیل بیتکاری
Ev pirtûk hejmara 9 ya rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) ye,
ku ji pêşgotinek û sê beşan û pêvekekê pêk hatiye.
Beşa yekem a pirtûkê behsa kurteyek ji dîroka Balekayetiyê berî sala 1961ê û hilgirsiya Şoreşa Eylûlê dike û çar tewaran dihewîne ku behsa reh û rîşalên navê Balek û cografyaya Balekayetiyê û navlêkirina navçe û eşîrê bi Balek, aliyê kargêrî û pêkhateya eşîrtiya navçeyê, rol û helwesta xelkê Balekayetiyê di bûyer û pêşhatên navçeyê de di salên Şerê Cîhanî yê Yekem (1914-1918) û dema desthilata Îngilîzan û dubare hatina Tirkan bo navçeyê û beşdariya wan di hikûmeta Îraqê de, di şoreşên Kurdî yên piştî Şerê Cîhanî yê Yekem sala (1961) dike.
Beşa duyem behsa bûyerên destpêka şoreşê li Balekayetiyê û rizgarkirina wê û bûna wê bi binkeya serkirdayetiya Şoreşa Eylûlê dike û ji çar tewaran pêk hatiye ku behsa Balekayetiyê di dema di navbera hinek ji eşîrên Kurdistanê û hikûmeta Îraqî û raperîna xelkê navçeyê di destpêka Şoreşa Eylûlê, helwesta artêş û kirêgirtiyan piştî şikestina raperînê li navçeya Balekayetiyê heta rizgarkirina wê di sala 1962an, rizgarkirina Balekayetiyê di sala 1962an û girîngtirîn tevgerên leşkerî ji bo rizgarkirina navçeyê, bûna navçeyê bi binkeya serkirdayetiya Şoreşa Eylûlê û girîngtirîn sedemên ku bûn sedema hilbijartina navçeyê û binke û baregehên siyasî û leşkerî û xizmetguzariyên şoreşê li navçeya Balekayetiyê dike.
Beşa sêyem behsa pêgeha Balekayetiyê û rola xelkê wê di şoreşê de û bandorên şoreşê li ser navçeyê dike û ji pênc tewaran pêk hatiye ku behsa pêgeha siyasî û leşkerî û aborî di navbera salên (1961-1975), rola xelkê Balekayetiyê di warê pêşwazî û alîkarî û wek Pêşmerge, Barûdoxê xelkê sivîl di dema şoreşê de û bandorên şoreşê li ser navçeyê dike.