
Stratejiya leşkerî ya Şoreşa Eylûlê 1961-1970
- شۆرشی ئەیلول
- پارتی دیموکراتی کوردستان
- پەرتوک

سیاست گازی عراق و موضع حزب دموکرات کردستان (١٩٥٨-١٩٧٥)
علی خلیل بیتکاری
Ev pirtûk hejmara 15an a rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) e, ji bilî pêşgotinekê, di dergehekê de ku behsa destpêka bûyerên beriya Şoreşa Eylûlê wek şoreşa 14ê tîrmeha sala 1958an û helwesta erênî ya hikûmeta nû li hember gelê kurd û vegera Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê û tevgera Şewaf û hewla terorkirina Ebdulkerîm Qasim dike û ji çar beşan û pêvekan pêk hatiye.
Bi giştî ew pirtûk behsa stratejiya leşkerî ya di Şoreşa Eylûlê dike, beşa yekem behsa şiyanên her du hêzên Îraqî û Pêşmerge di navbera salên 1961-1970an de ji aliyê pêkhatin û çek û kelûpel û îdariya leşkerî dike.
Beşa duyem behsa hilgirsiya Şoreşa Eylûlê û şerên wê dike.
Beşa sêyem a pirtûkê behsa pêşhatên Şoreşa Eylûlê, piştî şoreşa 8ê sibata sala 1963an dike ku çend teweran dihewîne, ji wan rawestandina şer û destpêkirina danûstandinan, ji nû ve destpêkirina şer, hin çalakiyên Pêşmerge li navçeyên cuda yên Kurdistanê, perçebûna Partiya Dêmokrata Kurdistanê, helwesta hikûmetê di danûstandinan de.
Beşa çarem behsa pêşhatên Şoreşa Eylûlê di piştî derbeya 17ê tîrmeha 1968an de dike, ji wan êrîşa Hêzên Pêşmerge bo ser boriyên petrolê yên Kerkûkê, destpêkirina operasyonên leşkerî yên hikûmeta Îraqê li dijî gelê kurd, danûstandin û naveroka daxuyaniya 11ê adara sala 1970yî dihewîne.