
Xalid Ajgeyî
Xalid Şêx Ehmed Mela Mihemed Qazî Dawid, nasnavê wî (Xalid Ajgeyî), di sala 1931ê de li gundê Ajgeyê ser bi bajarokê Pîrmamê di malbateke ayînî û Kurdperwer de ji dayik bûye. Bapîrê wî yê mezin bi navê Qazî Dawid, di serdema Paşayê Mezin Mîr Mihemedê Soran de qaziyê şerîetê bûye li Herîr û Hewlêrê, kesayetiyeke diyar, destrojî û xwedî desthilata yasayî û pêgeheke berfireh a cemawerî û navçeyê bûye.









