
Reşîd Elî Bêşûnî
Reşîd Elî Selîm Şêx Ferx, naskirî bi Reşîd Bêşûnî, ji malbata Şêx Ferexê Mezin e, di bingeh de xelkê Bakurê Kurdistanê bajarê Cizîrê ye, berî jidayikbûna wan malbata wan hatiye Başûrê Kurdistanê, peywendiyeke civakî li gel şêxên Barzan hebûye, Reşîd Bêşûnî hê di temenê xortaniyê de dikeve bin bandora rêbaza Barzan.






