
Nazenîn Mihemed Wesû
Endazyar û Siyasetmedar Nazenîn Mihemed Wesû, sala 1973 peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kiriye, Nûnerê Kongreya Yanzdehêm 1993 û endamê lijneya amadekarî ya Kongreya Duwazdehêm 1999 a Partiyê bûye...
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.403 encam

Endazyar û Siyasetmedar Nazenîn Mihemed Wesû, sala 1973 peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kiriye, Nûnerê Kongreya Yanzdehêm 1993 û endamê lijneya amadekarî ya Kongreya Duwazdehêm 1999 a Partiyê bûye...

Destana Şaxolanê di dawiya meha sibata 1969an de li gundê Şaxolanê yê bakurê Hewlêrê qewimî, dema ku du Pêşmerge ji bo karê şoreşê diçin wî gundî, hêzeke hikûmetê ku ji artêş û caşan pêk hatibû bi gund re derbas dibin, bi her sedemekê be hest bi hebûna Pêşmerge dikin lewma derdora gund dorpêç dikin û şer di navbera wan de çêdibe, piştî du rojan şer û pevçûnan her du Pêşmerge şehîd dibin lê ziyaneke mezin digihînin artêş û caşan di kuştî û birîndaran de.

Silêman Yasîn Elî (1918-1955), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji pêşmergên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bû.

Salih Ehmed Fettah Xidir, sala 1933 li parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, sala 1963 peywendî bi rêzên hêza Pêşmerge ya Şoreşa Îlonê kiriye, sala 1966 fermandeyê batalyona çarem a hêza Qeredax ser bi leşkerê sêyem ê hêza Pêşmerge bûye, sala 1969 fermandeyê hêza Bemoyê bûye. Sala 1979 ji aliyê nûnerên Kongreya nehem ve wek endamê yedeg ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Endazyar û siyasetmedar Roj Nûrî Sidîq Elî, nasraw bi (Doktor Roj, Roj Nûrî Şawês), sala 1962 peywendî bi rêzên hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kiriye, di kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yazdehem 1993, dwazdehem 1999an de bi endamê komîteya navendî û paşê bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin, sala 2010 di kongreya sêzdehem de bi endamê encûmena serkirdayetî û paşê endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Husên Ebdulqadir Husên (1920-1975), Pêşmerge û hevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.

Mehmûd Şivan Axa Omer (1921- 2002) nasraw bi Memo Şwan Axa, Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945) kiriye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) kiriye. Sala 2002an koça dawî kiriye.

Herêmên Badînanê di salên (1961 – 1963) de hejmarek şer û çalakiyên biçûk û mezin dîtin, van şeran bandor li ser arasteya şoreşê kir û ew ber bi qonaxeke pêşketîtir ve bir, ew nîgeraniya ku li cem hinek kesan li ser çarenivîsa şoreşê hebû, rakir. Herwiha bandoreke rasterast li ser gurkirina hestê kurdayetiyê û vegera hinek ji hêzên eşîrî bo nava refên şoreşê hebû.

Sedoyê Qadir Qadir (1915-2000), pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdariya Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.

Mela Ebdullah Silêman (1930-1984) Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabad (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye. Sala 1984 koça dawî kiriye.

Muhemmedemîn Mîkaîl Salih (1919-1989), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Ehmed Hewar Selîm (1920-1976), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.