
Cemal Îskender Mehmûd Heme Şerîf
Şehîd Cemal Îskender Mehmûd piştî şikestina Şoreşa Eylûlê penaberî sînorê Îranê bû, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bû, hemû endamên malbata wî girtiyên siyasî bûn, di dema têkoşîna xwe ya di nav refên Pêşmerge de carekê birîndar bû, di sala 1982an de bi hejmarek ji hevsengerên xwe re piştî çalakiyeke leşkerî li nav qezaya Seyîd Sadiq di kemîneke Artêşa Iraqê û sîxurên (Cehş) ên ser bi rejîma Beis de şehîd bû.










