
Reşîd Îsûmrî
Reşîd Mihemed Feqo yê bi navê (Reşîd Îsûmrî) tê naskirin, sala 1941ê li gundê Îsûmrê yê herêma Barzan li qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1961ê piştî destpêkirina Şoreşa Eylûlê tevlî hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bûye. Sala 1962an mansibê fermandarê bask wergirtiye. Di 16ê tebaxa 1996an de bi boneya Yubîlê Zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve Nîşana Barzanî jê re hatiye dayîn.












