
Kongreya 10mîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê Hewlêr – 2001
Kongreya 10mîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê di sala 2001ê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di reşweke aram de hat lidarxistin.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
2.343 encam

Kongreya 10mîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê di sala 2001ê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di reşweke aram de hat lidarxistin.

Di Adara sala 1962an de, ji ber geşedanên siyasî yên herêmê û guhertinên di pêkhateya navxweyî ya rêxistinê de, yekemîn konferansa Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê (YQK) bi dizî li Bexdayê hat lidarxistin.

Ev konferans di roja 18ê Mijdara 2017ê de li hola Şehîd Meimûn Debax li baregeha sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li Hewlêrê, bi duruşma (Yekîtiya Qutabiyan; Nûkirin û Berdewamî) û bi amadebûna 65 nûneraan hate lidarxistin(1).

Di sala 1986’an de Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên (Ciwanên) Dêmokrat a Kurdistanê ji ber rewşa nebaş a Başûrê Kurdistanê û nêzîkbûna têkoşîna pîşeyî ya her du rêxistinan, ji bo demekê biryara lidarxistina konferanseke hevbeş dan.

Duyemîn konferansa Yekîtiya Quabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê piştî serneketina serkirdetiya hilbijartî ya çaremîn kongreya wê rêxistinê di cîbicîkirina erk û xebata xwe de, di destpêka Tebaxa 1964an de li Kanî Masî ya nêzîkî bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.

Mesûd Mistefa Barzanî di destpêka Şoreşa Îlonê de bû Pêşmerge û piştî damezrandina Ajansa Parastinê, di şoreşê de bû navekî navdar û ji ber beşdarbûna wî di rêkevtina 11ê Adarê de û piştre jî piştî têkçûna şoreşê û nexweşiya Serok Mistefa Barzanî, di vejandina û destpêkirina Şoreşa Gulanê de roleke hîn zêdetir hebû.

Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji navdartirîn serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û kurê Serok Mistefa Barzanî bû. Piştî beşdarbûna di Şoreşa Îlonê de, wek alîkarê Serok Mistefa Barzanî di warê leşkerî û civakî de kar kir, dost bi xuyabûna vî serkirdeyê jêhatî kêfxweş dibûn û dijmin jî xemgîn dibûn.

Elî Hemdî Mûsa Ebbas, di sala 1939’an de tevlî Partiya Hîwa Kurd dibe, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dibe, di sala 1953 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya sêyem.) hat hilbijartin.

Ebdulhusên Elî Elûş, di sala 1951ê de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye, di sala 1960 de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin, di sala 1964an de ji aliyê Kongreya Şeşemîn ve ji Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat dûrxistin.

Ev dastan di 10ê Kanûna yekem a 1982an de li Siyana Garey bi kûratiya 70 km di nava desthilata hikûmeta Beisê de rû da, dema ku Pêşmerge êrişî bingeh û baregehên hêzên Mexawîr û çekdarên (Caş) kirin, di şer û pevçûnên sê roj û şevan de, hêzên hikûmetê derbeyên giran xwarin, li herêmê jî dengvedaneke mezin hebû.

Ev dastan di 15’ê Mijdara 1980’an de li Hacî Omeran qewimî, dema ku şerê di navbera Iraq û Îranê de derket, serkirdayetiya şoreşê xwest ku eger rewşa artêşa Iraqê li Hacî Omeran aloz bibe sûd werbigire û dê çalakiyên şoreşgerî li wir bimeşîne û bi ser de bigire, lê rewşa artêşa Iraqê ne weke agahiyên ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine wergirtin, ji aliyê hêzê ve cuda bû, tevî wê yekê jî şert û mercên seqayê yên li herêmê alîkar nebû ku Pêşmerge karibe li armancê bixin.

Şer û Pevçûneke dijwar di navbera hêzên pêşmerge û artêşa rejîma Beis de ji 19ê Tîrmehê heta 5ê Îlona 1988an li herêma Xwakurkî ya devera Bradostê rû da, ji bo kontrolkirina navçeyên di bin kontrola şoreşê de li sêgoşeya sînorî ya (Iraq, Îran û Tirkiyê)...