
Şoreşa Îlonê
Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
2.343 encam

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Her tim baweriyek navxweyî heye ku bi mirin an wêrankirin an kuştina serkirdeyekî, dibe ku şoreşek an jî doza miletekî bi dawî bibe, lê ev her tim ji bo her miletî ne raste. Dijminên gelê Kurd ji mêj ve fêm kiribûn ku Serok Mistefa Barzanî biryarder û navenda giraniya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd e, lewma çendîn hewlên kuştina wî hatin kirin.
BijarteMistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Abdullah Barzanî, ku bi navê Mela Mistefa Barzanî, General Mistefa Barzanî, Pêşewa, Serok Mistefa Barzanî û Barzanî Mistefa jî tê naskirin, di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye…

Ev şer di Hezîrana sala 1974an de li nêzîkî gundê Ferecawe qewimî, dema ku artêşa Iraqê êrîşî Germiyanê kir û hewl da herêmê bigire û vegerîne bin kontrola hikûmetê, Hêzên Pêşmerge rê li ber wan girtin û li ber xwe dan, di vî şerî de hêzên Pêşmerge karîn derbên giran li artêşa Iraqê bidin û pêşveçûnên wan bo demekê rawestînin.

Salih Ebdullah Necmeddîn Taha, bi nasnav (Seyda Salih-Salih Yousfî), nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar, di sala 1939'an de dibe endamê Partiya Hîwa ya Kurd, di sala 1945'an de tevlî Partiya Rizgariya Kurd dibe, di sala 1946an de wek endamê Komîteya Birêveberiya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hate hilbijartin.

Efser û siyasetmedar Reşîd Hacî Bedrî Ebdullah Mihê, ku bi navê (Mulazm Reşîd Sindî) jî tê naskirin, di sala 1954an de dikeve kolêja leşkerî li bajarê Bexdayê, di sala 1964an de endamê Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistanê bû, di sala 1970 de, di kongreya heştan de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di sala 1993’an de di Kongreya 11....

Efser û siyasetmedar Mistefa Mistefa Mistefa, ku bi navê Mistefa Xoşnaw jî tê naskirin, endamê Partiya Hîwa, yek ji efserên kurd bû di nava artêşa Iraqê de li sala 1936an, endamê Komîteya Azadî û endamê Desteya Damezirîner a Partiya Dêmokrat a Kurd (PDK), di sala 1947an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li Bexdayê hat bidarvekirin.

Kongreya nehemîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê, piştî derbaskirina qonaxa dijwar a şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê, di sala 1998an de li Hewlêrê hat lidarxistin.

Kongreya 14emîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê di 3ê Mijdara 2012an de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Kongreya 13emîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê di 24ê Sibata 2010ê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Kongreya 12emîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê, di 23 Îlon 2007 de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Kongreya 11mîn ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê piştî azadkirina Iraqê di sala 2003an de ji aliyê welatên hevpeyman ve, yekem car di sala 2004ê de li Duhokê hat lidarxistin.