
Omer Teha Mehmud
Omer Teha Mehmud, sala 1955 li gundê Şîvê ya ser bi Mizûriya Bala ya qezaya Mêrgesora parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwediyê du kur û sê keçan bûye û di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe û li wargeha Zêwe nîştecîh dibe. Paşê ji bo bajarê Kirman ya li naverasta welatê Îranê ye têne veguhestin. Di sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, malbata wî vedigerin û li bajarê Soran nîştecîh dibin.






