
Hesen Ebdulrezaq Hesen
Hesen Ebdulrezaq Hesen, di sala 1965 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Li sala 1974 li Geliyê Elî Beg bi gulleya rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
2.343 encam

Hesen Ebdulrezaq Hesen, di sala 1965 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Li sala 1974 li Geliyê Elî Beg bi gulleya rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.

Hesen Heme Şerîf Kerîm Ebdula, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû û li sala 1979 an de li gundê Şîremerî ya nahiye ya Xurmal ya ser bi parêzgeha Helepçeyê de şehîd bûye.

Faruq Heme Elî Ferec, Pêşmergeyê raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li azad kirina bajarê Kerkûkê ya li sala 1991 an de bi dijwarî birîndar bûye û li nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê de şehîd bûye.

Yasanas û siyasetmedar Hîlmî Elî Şerîf, di sala 1947 an peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1953 li Desteya Damezrênerê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de bûye. Di sala 1960 an de Endamê Desteya Damezrênerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo qonaxa karê eşkere bûye û yek ji beşdarbûyên konferansa nîsana 1964 an ya Mawete.

Endazyar û siyasetmedar Birûsk Nurî Sedîq Elî, bi navê Birûsk Şaweys hatiye nas kirin. Li sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye.

Endazyar û siyasetmedar Dilşad Şehab Hacî Mihemed, bi navê (Dilşad Erguşî), hatiye nas kirin. Di sala 2009 an de endamê xula sêyem ya li Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlemen) li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2010 û li kongreya 13. da bûye Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2012 posta Wezîrê Geştuguzariyê li kabîneya heftem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Nivîskar û siyasetmedar Barzan Xalîd Ezîz, bi navên (Barzan Mela Xalîd û xalê Barzan), hatiye nas kirin. Li sala 1966 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1975 koçberî welatê Îranê bûye.

Siyasetmedar Diyarî Hisên Osman Heme Reza, bi navê (Diyarî Hisên Beg), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1975 an de koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1981 û li şoreşa Gulanê da peywendiyê bi rêzên Pêşmerge re kiriye.

Civaknas û siyasetmedar, Hoşyar Mehmud Mihemed Faris, bi navê (Hoşyar Zêbarî), hatiye nas kirin. Li kongreya nehem (1979) an de bi Endamê Komîteya Navendî û li kongreya dehem (1989) û Kongreya yanzdehem (1993) û kongreya diwanzdehem (1999), û Kongreya sênzdehem 2010, û Di sala 2022 li kongreya çardehem da bûye Endamê Komîteya Navendî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Yasanas û siyasetmedar, Hemze Ebdula Omer Aşur, bi navên Lezgîn, Mela Rehîm û Mela Birayîm hatiye nas kirin. Di sala 1936 endamê komîteya navendî ya Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1945 li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) endamê lîjneya azadî bûye...

Ebdulkerîm Tofîq Ehmed yasanas û siyasetmedar, di sala 1945 Endamê Mekteba Siyasî Partiya Şoreşê bûye. Di sala 1945 peywendiyê bi rêzên Partiya Rizgariya Kurd re kiriye. Di sala 1946 li kongreya yekem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin.

Yasanas û siyasetmedar Hebîb Mihemed Kerîm Ebdulrehman, bi navên Hebîb Feylî, Hebîb Mam Kerîm, Kake Hebîb hatiye nas kirin. Di sala 1964 û li kongreya şeşem 1964, kongreya heftem 1966 û kongreya heştem 1970 bi endamên partiyê û Sekreterê Komîteya Navendî û Berpirsê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.