
Murad Ezîz
Efser û siyasetmedar Murad Ezîz, bi navên (Dr Murad, Serwan Murad Rizim Awer, Sergurd Murad Rizim Awer û Murad Rehberî), hatiye nas kirin. Di sala 1941 an de efserê artêşa Îranê ya li Urmiyê bû.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
2.343 encam

Efser û siyasetmedar Murad Ezîz, bi navên (Dr Murad, Serwan Murad Rizim Awer, Sergurd Murad Rizim Awer û Murad Rehberî), hatiye nas kirin. Di sala 1941 an de efserê artêşa Îranê ya li Urmiyê bû.

Siyasetmedar Mistefa Kerîm Xefur, bi navê (Mistefa Hemamçî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd, paşê ji partiyê derketiye û amade nebûye biryar û raspardeyên partiyê bi cîh bike.

Efser û aborînas û siyasetmedar Mihemed Musa Sadiq, bi navê (Mihemed Feylî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin.

Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, bi navên (Mecîd Efendî û Mecîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye û li dawiya sala 1964 an ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kariyê (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin.

Siyasetmedar Îsmaîl Arif Ebdul Xefur Hacî Elî, bi navên Simko ـ Serbest hatiye nas kirin. Di sala 1947 û piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) da...

Hesen wesman Hesen, di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û heman salê de bûye Pêşmerge. Di sala 1974 li gundê Dergele ji ber topbarana rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.

Îbrahîm Mihemed Silêman Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1984 an de li encamdana çalakiyeke partîzanî de ji aliyê serok cehşek ve hatiye destgîr kirin û piştî heft mehan zîndanî kirina li girtîxaneya Ebu Xerîb de hatiye sêdare dan.

Îbrahîm Tofîq Ehmed Kake, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê de fîşek li ber ketiye û şehîd bûye.

Kakebira Ferîq Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1981 an de li şerê Ruzle û Parezan de şehîd bûye.

Kemal Elî Nadir Mihemed, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1969 an de şehîd bûye.

Kerîm Fetah Qadir, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û di sala 1963 an de bi desteyekî hevsengerên xwe re li gundê Hesen Awa ketine nava kemîn û dorpêçeke serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqê û piştî destgîr kirina wan Kerîm Fetah û sê hevsengerên wî hatine gulle baran kirin û şehîd bûne.

Hisên Mihemed Ferec Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û kadîrê Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê bûye û li sala 1974 an de li çiyayê Zimnako şehîd bûye.