
Ebdulxaliq Ebdulselam Babîrî
Dîroknas û siyasetmedar Ebdulxaliq Ebdulselam Mistefa, bi navê (Ebdulxaliq Babîrî), hatiye nas kirin. Di sala 1972 an de peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê re kiriye...
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
2.343 encam

Dîroknas û siyasetmedar Ebdulxaliq Ebdulselam Mistefa, bi navê (Ebdulxaliq Babîrî), hatiye nas kirin. Di sala 1972 an de peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê re kiriye...

Kesayetiyeka akademîk û siyasetmedar Doktor Çinar Se'ed Ebdula, di sala 1993 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1995 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye....

Yasanas û siyasetmedar Bilind Îsmaîl Cercîs, di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1987 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye...

Efser û siyasetmedar Yunis Mihemed Selîm Yunis, bi navên (Mulazim Yunis, Ferîqê Yekem Yunis Rojbeyanî), hatiye nas kirin. Di sala 1967 an de kolêja serbazî ya li Bexdayê temam kiriye....

Efser û siyasetmedar Xeyrula Ebdulkerîm Ebdula Selîm, bi navên (Mulazim Xeyrula, Şehîd Xeyrula, Xeyrula Gurcîzade û Xeyrula Hacî Ebdulkerîm Xoşnaw), hatiye nas kirin. Endamê Komeleya Darker û Partiya Hîwa bûye. Di sala 1939 yek ji efserên Kurdên li nava rêzên artêşa Iraqê bûye.

Wirya Mihemed Reuf, bi navê (Wirya Saatî), hatiye nas kirin. Di sala 1976 li konferansa Berlînê bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê. Di sala 1977 an de yek ji beşdarên civîna berfireha Bêdawî ya serkirdayetiya demkî bûye...

Dr Seîd Ehmed Hesko Îbrahîm, bi navên (Seîd Ehmed Nadir û Dr Seîd Barzanî), hatiye nas kirin. Akademî û siyasetmedar, beşdarên şoreşa duyem ya Barzane (1943 - 1945) û li piştî şikesta şoreşê bi Mistefa Barzanî re çûye Rojhilatê Kurdistanê û beşdariyê li Komara Demokratîka Kurdistanê da kiriye. Li 15 ê Nîsana 1947 bi Mistefa Barzanî re çûye Yekîtiya Sovyetê, di sala 1979 û li kongreya nehem ya PDK da bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê.

Endazyar û siyasetmedar Sasan Osman Ewnî Hebîb, bi navê (Sasan Ewnî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 hatiye nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê. Di sala 1993 li kongreya heştem da bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hatiye hilbijartin....

Yasanas û siyasetmedar Reşîd Îsmaîl Axa, bi navê Reşîd Bacelan hatiye nas kirin. Di salên dawiya 1930 û 1940 an de wekî Endam û Damezrêner û Serkirde beşdariya çendîn komele û partiyan de kiriye.

Siyasetmedar Reşîd Arif Ebdulrehman Osman, bi navê (Reşîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re û di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1966 û li kongreya heftem da bi Berpirsê Desteya Çavdêrî û bi Dûvdaçûnê hatiye hilbijartin.

Ebdulqadir Ezîz Mihemed Qadir, bi navê (Qadir Cebarî), hatiye nas kirin ku fermande û siyasetmedar bûye. Di sala 1970 li kongreya heştem bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Yasanas û siyasetmedar Piştîwan Sadiq Ebdula, bi navê (Piştîwan Xoşnaw), hatiye nas kirin. Di sala 1986 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê ve kiriye. Di sala 2010 an de li Kongreya Sêzdehem da bi Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.