
Mihemed Ebdulkerîm Mihemed Mehmud
Mihemed Ebdulkerîm Mihemed Mehmud, Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û pileya Serpelî yê wergirtiye. Di sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayekî xwe re (Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed), ketine nav kemîna hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û şehîd bûne.






