
Silêman Hedo Şino
Silêman Hedo Şino ku bi navê (Silêman Hedo Zerarî) jî tê naskirin, Pêşmerge û hevsengerê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bû. Di sala 1930an de li gundê Zerara ji dayik bûye, di Şoreşa duyema Barzan de têkoşer bûye, û Pêşmergeyê Komara Kurdistanê li Mehabadê bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê bûye, endamê yekîneya Topxaneya Şoreşê bûye, xwediyê xelata Barzanî ye, di sala 2014an de koça dawî kiriye.












