
Şerê Gelnazkê
Şerê Gelnazkê rûbirûbûna hêza Pêşmerge li gel hêzeke mezin a Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî bû, bi piştgiriya tank û top û firokeyên şer di 24ê Tebaxa 1984an de, di encama êrîşekê de ku hikûmeta Beis kiribû ser çend navçeyên Zaxo li devera Badînan, piştî heşt rojan êrîş û pelamara berdewam, hêzên hikûmetê rastî şikesteke mezin hatin û ziyaneke zêde ya canî û madî gihîşt wan.











