
Selîm Zuber Mela
Selîm Zuber Mela, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî yê bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li gundê Barzan hatiye dinê. Ew Pêşmergeyê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê bû. Ew beşdarî Şoreşa Îlonê bû. Ew nûnerê Serok Mistefa Barzanî li Hewlêrê bû. Ew di 29ê îlona 1971ê de li Hacî Omeran şehîd bû.











