
Kako Ebîd Hemetofîq Silêman
Kako Ebîd pêşmergeyê serhildana 1991ê bû û di sala 1991ê de li bajarê Kerkûkê şehîd bû.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
157 encam

Kako Ebîd pêşmergeyê serhildana 1991ê bû û di sala 1991ê de li bajarê Kerkûkê şehîd bû.

Hemîd Kerîm Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, pileya Serpel wergirtiye, di sala 1975an de li Çiyayê Bemo şehîd bûye.

Fatih Enwer pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, di sala 1968an de li bajarê Çemçemalê şehîd bû.

Ebdullah Ehmed pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, di sala 1965an de li nêzîkî navçeya Pirdê şehîd bûye.

Cefer Îbrahîm beşdarê Şoreşa Gulanê bûye, di sala 1987’an de li gundê Kanî Bizrê yê navçeya Qoştepe şehîd bûye.

Ebdullah Selman Ehmed, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1984’an de ji aliyê rejîma Be's ve hat bidarvekirin.

Yûsif Hemed Rezzaq, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1965’an piştî ku hat girtin, li gundê Balekyan ji aliyê Lîwaya 4 a artêşa Iraqê ve hat gulebarankirin.

Sadiq Haşim Ezîz bi nasnavê Sadiq Haşim Mêrozî tê naskirin, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, di sala 1987an de şehîd bûye.

Îbrahîm Mûsa Îbrahîm, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1974an de di şerê çiyayê Gorez de şehîd bûye.

Hesen Îbrahîm Ebabekir Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê di sala 1985an de li zindana Ebû Xirêb hat bidarvekirin.

Resûl Mihemed Elî Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû ye, di sala 1974an de di şerê Çiyayê Gorezê de şehîd dibe.

Tahir Mîro Ebdullah Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû ye, di sala 1974’an de di şerê li gelyê Omer Axa de şehîd bû.